Herêma Kurdistanê Bi Ser Tirkiyê De Petrola Xwe Difiroşe
Ajansa Reutersê a Navdewletî, li gor xebera ku çavkaniya wê sektora vî karî ye, diyar kir ku; Herêma Kurdistanê cara ‘ewwil despê kir ku bi ser Tirkiyê de li ser navê xwe petrolê difiroşe bazarên dinyê.

Li gor me’lûmatên ji çavkaniyên sektor û neqliyeyê hatine stendin, îxraca petrolê a ewil ku Herêma Kurdistanê li ser navê xwe kiriye bi kamyonan hatiye birin lîmana Mersînê.
Ev gavên dawî, Îdara Merkezî a Beğdayê ku li ser tevî petrolên ‘Iraqê xwe xwedî heq dibîne xist rewşeke zor.
Îdara Kurdistanê beyan kir ku petrola îxrac kirine tiştekî hindik e, lê belê ji bo Herêma Kurdistanê ku naxwaze di aliyê malî de bi îdara merkezî ve girêdayî be qîmeteke wê ya sembolîk heye.
Ev salekî û nîve ku peymanên ku îdara Kurdistanê bi şîrketên Chevron û Exxon Mobîlê re îmze kiriye tepkîya îdara merkezî dikşîne.
Tê beyan kirin ku Îdara Kurdistanê, pay kirineke birkartir û xebateke di rewşên qenctir de dide şîrketên dervî ‘Iraqê. www.bangaheq.net