Polîtîkayên Çewt
Xelkê Herêma Başûrê Rojhilat Bêzar û Şerpeze Ye
Bi salan e dewlet li ser hêla herêma rojhilat û Başûrê rojhilat, polîtîkayên şiteğalî û menfîetî bikar tîne. Li hêla rojava sehayên senayî û teknolojiyê vedibin, lê li rojhilat heps û qereqol vedibin. Li rojava însan ji ger û seyahetê re serbest e, lê li rojhilat, însan bêkontrola polîs û eskeriyê, nikare here bajarekî din. Mektebên hêla rojava, mîna dibistan û kolejên xisûsî di pozîsyona zanîngehê biçûk de ne. Lê li rojhilat, dibistan ji bo aşbûn û nermkirina însanê herêmê tên avakirin, ew jî ji bêîmkaniyê di rewşek xerab de ne. Her wiha xelkê herêmê qetlîam dîtine, sirgûn bûne, ji war û welatê barkirinê, ji adet û exlaq û kultur û zimanê xwe bûne. Bi çavê teror an jî sûcdar me’mele dîtiye. Hatiye xwestin ku ji dîn û dinyaw axîreta xwe bibe. Gelek şêx û alimê wan hatine qetil kirin. Niha jî bi behane û hinceta terorê, ji destê dewlet û orgutan, eziyet dikşîne.
Li Silopê, zarokên umrê wan di navbera 10 û 15 salî de, mîna hemsalên xwe yên li rojava naçin li parq û kamelyayan nalîzin. Diçin li nav înşaata, li hesinê xurde digerin. Guhnadin qeza û germiyê, nanêrin li wesaîtan û heriyê. Tek derdê wan ew e ku rojê 5-10 lîra qezenc kin, bidin aîlên xwe.
(Ferman Çiyayî/Bangaheq)