Rojnamegera ku pihîn li kesê penaber xist bêsûc hat dîtin
Li Macaristanê mehkemeya bilind, rojnamegera ku pihîn li qizîkeke biçûk a penaber xist û pîyê xwe da ber penaberê ku di hembêza wî da hebû û ew da erdê bêsûc hat dîtin.
Di îlona sala 2015an de komeke penaberan dema ku ji sînora Sirbistanê derbasî Macaristanê dibû Petra Laszloya rojnamegera Macar pihîn li qizîkeke biçûk a penaber xist û pîyê xwe da ber penaberê ku di hembêza wî da zarokek hebû.Raya giştî ji vê rojnamegera ku van kiryarên qirêj û dereînsanî kir re bertek nîşan da.
Mehkemeya bilind a Macaristanê wê cezaya bi tecîl a 3 salan a ku ji Petra Laszloya rojnamegera Macar re hatibû dayîn xera kir. Mehkeme diyar kir rojnameger ne ji “êrîşkarî” ji “kiryara nebaş û pîs” dikare bê darizandin. (ÎLKHA)