Bi dîmenan kelecana bernameya mewlûda ku li Stenbolê hat tertîpkirin
Ji teref Koordînatorîya Stenbolê ya Platforma Evîndarên Pêxember ve li Stenbolê bernameya mewlûdê ya bi navê “Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Jiyana Wî” hat tertîpkirin.
Bernameyên mewlûdê yên bi navê “Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Jiyana Wî” berdewam dikin. Roja yekşemê ji teref Koordînatorîya Stenbolê ya Platforma Evîndarên Pêxember ve li Stenbolê bernameya mewlûdê ya bi navê “Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Jiyana Wî” hat tertîpkirin. Xelkê Stenbolê, rayedarên partîyên siyasî, nûnerên sazîyên civakî yên siwîl, alim û zana, rsîpî û rewşenbîr beşdarî bernamê bûn. Her wisa ji derveyî welêt jî gelek mêvan beşdarî bernamê bûn. Bernameya ku bi tîlaweta Qur’ana Kerîm dest pê kir bi mewlûdê berdewam kir. Di bernamê de hûnermend îlahî û merşan bi deng kirin û kesên axavtvan jî derbarê girîngî û ehemîyeta rojevê de axavtin kirin. Bername bi diaya ku hat kirin bi dawî bû. (ÎLKHA)