HUDA PAR: Me ji temamê partîyan re teklîfa hevdîtinê şand
Serokatîya Karên Siyasî yê HUDA PARê destnîşan kir ew bo mesleheta xelkê û bo netîceyeke ku dê ji adeletê re xizmetê bike teklîfa hevdîtinê şandine ji temamê partîyan re.
Di daxuyanîya ku ji teref Serokatîya Karên Siyasî yê HUDA PARê ve hat belavkirin de derbarê hilbijartinan de tewsîyeyên girîng hatin kirin û derbarê mijarê de wiha hat gotin: “Me bo mesleheta xelkê û bo netîceyeke ku dê ji adeletê re xizmetê bike teklîfa hevdîtinê şand ji temamê partîyên ku dikarin wek partî bikevin hilbijartinan. Em vê teşebûsa xwe ya ku li gor berjewendîya welat û xelkê me bi raya giştî re parve dikin. Em hêvî dikin ku ev hevdîtin bibin wesîleya xêr û bereketê.” (ÎLKHA)