Siyonîstan xortekî Filistînî şehîd kirin
Di xwepêşanên ku li Qudsê li dijî qerara şeytanê mezin Amerîka ya Qudsê wek paytexta siyonîstan îlankirin hatin tertîpkirin de xortekî Filistînî hat şehîdkirin.
Li gor nûçeya ku di Navenda Enformasyonê ya Filistînê de hatiye weşandin li tevahîya Filistînê li dijî qerara Serokê Amerîka ya derbarê Qudsê xwepêşan hatin lidarxistin. Di van xwepêşanên ku hatin li darxistin de li herêma Ez-Zavîyeya girêdayê bajêra El-Xelîl xortekî bi navê Muhammed Zeyn El-Ca’berîyê 24 salî ji teref siyonîstan ve hat şehîdkirin.(ÎLKHA)