Malbata ku mala wê li ber xerabûnê ye li benda alîkarîyê ye
Malbata Ataç a ku li Artukluya Mêrdînê di mala ku li ber xerabûnê de dijî li benda alîkarîyê ye.
Melîke Ataç û 5 zarokên ku hewil dide digel 5 zarokên xwe li Artukluya Mêrdînê di maleke li ber xerabûnê de ye bijî. Ji ber ku rewşa malbatê nebaş e ew li benda alîkarîya kesên rayedar û xêrxwazan e.
Ataça ku derbarê mijarê ji ÎLKHAyê re axivî diyar kir ew berî niha di ÎŞKURê de dixebitî, lê ji ber ku wextê xebatê qediya ew ji kar hat derxistin û ew niha di nav naçarîyê de ye û ji ber bêderfetîyan di warê zarokên xwe bide xwendin de zehmetîyê dikşîne.
“Mal li ber hilweşînê ye, berî niha mitbax hilweşîyabû”
Melîke Xanim di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew ji ber bêdefetîyan nikare mala ku tê de ne biguherîne û dû re weha li axavtina xwe zêde kir: “ Zilamê min nexweş e û nikare bixebite. Ji ber vê yekê barê malê li ser milên min ye. Heta ku ji destê min tê ez hewil didin li zarokên xwe û li zilamê xwe binêrim.Zarokên min tev xwendekar in û ez diwarê perwerdehîya wan de zehmetîyê dikşînim. Di ser de jî mala me li ber xerabûnê ye. Banê xanî pir xirab e. Nexasim dema ku baran dibare, baran dide hundir. Zaroka min a herî biçûk dema ku baran dibare ji tirsan nikare raze. Lewra dibe ku xanî di ser me de were xwarê. Berî vê du salan mitbaxa me xera bûbû.”
“Zarokên min di bin şert mercên ne bi sihhet de dijîn”
Melîke Xanim di berdewama axavtina xwe de diyar kir ‘Zivistanê hundirê malê tijî baran û havînê jî tijî tûpişk dibe’ û dûre weha axivî: “ Kezik dikevin nava xwarina ku em dixwin. Dema ku baran barîya ez naxwazim zarokên min bitirsin. Ez karekî dixwazim da ku li zarokên xwe mêze bikim. Zarokên min dixwazin bixwînin, lê belê cihekî ku lê bixebitin tuneye. Mala min ne birêkûpêk e, ne destavek û ne jî serşoyeke baş di mal de heye. Zarokên min di bin şert û mercên nebaş de dijîn. Bila rayedar werin halê me bibînin. Zarokên min nexweş dikevin û em her tim diçin nexweşxanê. Ez di serî ji Serokomar Erdogan û bi giştî li temamê kesên rayedar û xêrxwazan dikim; ji me re bibin alîkar.”
“Em alîkarîyê teleb dikin”
Mahmut Ataçê ku sermîyanê malê ye û berî vê 3 mehan ji amelîyat bûye û pê re nexweşîya qelb heye derbarê mijarê de diyar ki “Ji ber ku ew nexweş e nikare bixebite û ew li benda alîkarîya rayedar û xêrxwazan e.”(ÎLKHA)