Xulam û xizmerkarên siyonîst û emperyalîstan:“Leşkerên tarîtîyê”
Ev bû 21 sal ku ji ser 28ê Sibatê derbasa bû û kesên darbeker tên tel’înkirin û ji rexê din ve jî ew kesên ku ji motka zihniyeta darbekeran derketine hêj bêşerm û bêfedî wan Mislimanên ku êş û elem bi wan dane kişandin ji xwe re dikin hedef.
Ew polîtîkayên kaos, îşxal, talankirin û xerakirinê yên ku ji teref dewletên emperyalîst ên Xerbê ve li erdnigarîya Îslamê tên kirin hêj berdewam in.
Di van pêlên dawî de dîsa tê dîtin ew cenahên ku ji doh heta îro dixwazin Mislimanên Tirkîyê mehkûmî tarîtîyê bikin dîsa li ser serê wezîfeya xwe ne…
Başe, geli ew hêzên tarî yên ku ji teref Xerbê ve wek ‘ronakbîr’ tên wesfandin kî ne?
Ji bo ku planên kaos û xerakirinê yên van bê sekinandin dibê pêşî ev hêzên tarî bên naskirin.
Lewra di pey wan darbeyên ku di sedsala dawî tên kirin de her tim ew hêmanên ku dikare wek “leşkerên tarîtîyê” bên wesfandin hene û ev yek tê zanîn.
Dîsa tê zanîn ku di pey wan provokasyonên Mereş û Sêwasê de û di pey wê qetlîama Başbaglarê de ev hêzên tarî hene.
Rastîyeke din a ku tê zanîn heye ku ew jî ev e; ev hêmanên tarîtîyê bi helwestên neteweperwer û qaşo antî emperyalîst tev digerin, lê digel vê yekê xizmetkarên Amerîka û siyonîzmê ne. Wisa ye ku ev hêzên tarî di çarçoveya berjewendîyên Amerîka û siyonîstan de dibin têtîkkêşên wan operasyonên veşartî yên ku li Tirkîyê tên kirin.
Bi van sûîqastên ku ji teref hêzên tarîtîyê ve hatine kirin hedefên sexte hatine nîşandan û li hember camîaya Mislimanan bi destê dewletê teror hatiye kirin, bi paranoya îrtîcayê xelk hatiye diltirskirin û ji ser vê yekê propagadaya laîktîyê hatiye kirin.
Ew hêz û leşkerên tarîtîyê bi vê yekê jî qanê nebûn û pêşvetir de çûn û di çarçoveya hedefên stratejîk de zihniyeta laîktîyê ya jakoben hat kirin wek pûteke qamûyî û polîtîkayên dewletê yên derve û hundir êsîr hatin girtin.
Ew tiştên nebaş û qirêj ên ku ji teref “berhevkirîyên ronakbîran” ên emperyalîstên Xerbî ve hatine kirin bi vê yekê ne sînordar in.
Kesên ku di salên 90î de bi PKKyê ku naskirîyê wan a îdeolojîk e re hevkarî kir û pêkve di çarçoveya vê hevkarîyê de bi deh hezaran însanan qetil kirin û bûn sebeba mexdûrîyeta bi milyonan însanan dîsa ev “berhevkarîyên ronakbîran” e.
Îro ew tebeqeya bijarte yên ku PKK û niçikên wî îdare dikin ew Kemalîstên neteweperwer ên ku wek çepgirê Tirk tên naskirin in ku ev yek jî ne tesadûfek e.
Ew neteweperwerên Kemalîst ên ku qefla wan a ewil ji Îttîhat û Terakkîstan pêk dihatin dema ku li deşta Bekayê hevdîtin kirin bes gul û çîçek ji hev re dirêj nekirin û di hevdîtinê de navê wan kesên ku xwedîyê nasnameya Îslamî ne û dê bên qetilkirin pêkve diyar dikirin.
Hetta gelek caran fermana qetlîamê ya ku dê ji teref PKKê ve li hember însanên dîndar bên kirin di çapemenîyên tarî û qirêj de bi şikleke eşkere dihat dayîn.
Ew kes hinekî din jî pêşve çûn û wan însanên dîndar ên ku nikaribûn qetil bikin hewil dan bi sazîyên dewletê yên ku bi dest xistine ji holê rabikin.
Neteweperwerên Kemalîst ên ku di pergala darazê de bi cî bûne malik li bi hezaran însanên dîndar ên ku xwe re wek dijminên îdeolojîk didîtin xera kirin. Ew mexdûrîyetên ku ji wê rojê ve bi qerarên daraza îdeolojîk hatine dayîn berdewam in.
Ew “ronakbîr” û leşkerên tarîtîyê yên ku berhevkirîyên emperyalîzma xerbê û siyonîstan in gelek zirar dan vî welatî û êş û elem dan kişandin însanên vî welatî.
Ger îro ji van hêzên tarîtîyê hisap neyê pirsîn, Xweda mihafeze bike ew ê ji îro pê de jî gelek bedelên giran bên dayîn. Hetta ji van hêzên tarîtîyê hisab neyê pirsîn ew ê mexdûrîyeta 28ê Sibatê jî di nav de ji holê neyê rakirin.
Lewra beşa siwîl ên temamê darbeyan û navenda îdarekirinê ev kes in.
Ji ber ku ji wan kesan hisab nehatiey pirsîn, ew kes îro jî bi cureteke mezin li ber dîwara girînê ya Cihûyan xwe nîşan didin û bi şikleke eşkere generalên darbeker ên 28ê Sibatê ê yên ku hevserên xwe dane destê siyonîstan diparêzin. Hetta dibêjin ku ew generalên darbeker tiştekî baş û dirist kirine.
Hêj mexdûrên 28ê Sibatê di zindanan de tên girtin. Tê dîtin kesên mexdûr û xwedîyê nasnameya Îslamî ne ji teref van “ronakbîrên” ku berhevkirîyên siyonîst û emperyalîstan in ve tên hedefgirtin û ev yek di manşetên weşanên wan de xwe didin nîşandan.(ÎLKHA)