'Ziyaretkirina şehîdan ji bo me şeref e'
Ziyaretvanên ku dihatin ser qebra Aytaç Baran, Yasîn Boru û hevalên wî yên ku ji teref PKKyiyan ve hatin qetilkirin diyar kirin di rojên eydê de ziyaretkirina qebrên şehîdan ji bo wan şeref e.
Piştî nimêja eydê ya ku şeveqê hat edakirin çawa ku naskiriyên kesên mirî berê xwe dabin qebristanê, bi heman awayî naskirî û hezkiriyên Aytaç Baran, Yasîn Boru û hevalên wî yên ku ji teref PKKyiyan ve hatin qetilkirin jî berê xwe dan ser qebrên şehîdan. Ziyaretvanên ku qebrê şehîdan ziyaret kirin diyar kirin di rojên eydê de ziyaretkirina qebrên şehîdan ji bo wan şeref e.
Weke ku tê zanîn Serokê Yenî Îhya-Derê Aytaç Baran di 9ê Hezîrana sala 2015an de di sûîqesta ku ji teref PKKê ve lê hat kirin de hat qetilkirin. Mehmet Baranê ku bavê Aytaç Baranî ye wek wan naskiriyên din ên şehîdan piştî nimêja eydê berê xwe da li ser qebra lawê xwe û şehîdên 6-7ê Cotmehê.
“Di roja me ya herî kêfxweş de ziyaretkirina şehîdên me ji bo me şeref e”
Baranê ku qebristanê ziyaret kir li ser qebrê dia kir û diyar kir ew ji şehîdan re efû û mexfîretê teleb diker û hevî dike ku ew ji şefaata şehîdan mahrûm nemîne. Baran dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber ku xort şehîdan ziyaret dikin ez gelek kêfxweş dibim. Bila di riya Îslamê de temamê xortan xwe li hev bigrin.Ez hêvî dikim her tim wisa be. Em di riya Xweda de biçin kû derê ji me re kar e. Di roja me ya herî kêfxweş de ziyaretkirina şehîdên me ji bo me şeref e. Em bi kêfxweşî û bi rûkenî û bêyî ku mehzûn bibin ji bo riza Xweda tên vê derê. Kesên ku li vê derê radizin şehîdên me ne.”
Kesên bi navê Hanîfe, Mesud û Fuat Sîncar ên ku ji bo ziyareta şehîdan hatibûn qebristanê diyar kirin ew ji bo ku wan birayên xwe yên ku di oxira Xweda de bedel dane û canê xwe feda kirine ziyaret bikin hatine qabristanê. Ziyaretvan her wiha gotin Xweda mekana wan bike cennet.(ÎLKHA)