Xelk guh neda banga meşê ya HDP
Kesên HDPyî li Rihayê ji bona operasyonên ku li Sûr, Cizîr,Silopî û Nisêbînê tên kirin protesto bikin banga meşê li xelkê kirin lê belê xelkê Rihayê raxbetî banga HDPê nekir.
Kesên HDPyî li navçeya Eyyubiya Rihayê hewl dan operasyonên ku li Sûr, Cizîr,Silopî û Nisêbînê tên kirin protesto bikin û bi vê aramancê banga meşê li xelkê kirin, lê belê xelkê Rihayê raxbetî banga HDPê nekir.Koma ku ji 60-70 kesî pêk hat li ber avahîya partiye civiya û xwest ku dest bi meşê bike, lê belê polêsan ji meşê re destûr nedan.Koma ku ji teref polêsan ve hat astengkirin 10 deqîqe çalakîya rûniştinê li dar xist. Piştî çalakiyê li ser navê rêxistina bajêr Hevseroka HDP yê Rihayê Sevda Çelîk Ozbîngol daxuyaniya çapemeniyê xwend.
Piştî daxuyaniya çapemeniyê kesên ku di nava komê de bûn hewl dan bûyeran derbixin lê polêsan nehiştin.(ÎLKHA)