Dêrikî malên xwe terk dikin
Li navçeya Dêrika Mêrdînê hêj qedexeya derketina derve berdewam dike, xelkê navçê malên xwe terk dikin.
Qedexeya derketina derve ya ku ji teref Qeymeqamtîya Dêrikê ve hatibû daxuyandin ev bû 4 roj ku hêj berdewam dike. Li Taxa Kale û Dagê ji ber pevçûnan xelk malên xwe terk dikin.
Li navçê roja çarşemê ji ber ku kesên PKKyî hendek kolabûn derketina derve hatibû qedexekirin û ji ber ku pevçûn berdewam kiribûn ji teref Qeymeqamtîya Dêrikê ve qedexeya derketina derve hatibû dirêjkirin. Xelkê navçê ji ber pevçûnan malên xwe terk dikin û ji navçê koç dikin.(ÎLKHA)