Tahîr Elçî Sûrê hat kuştin
Tahîr Elçîyê ku di naveyna pevçûnên ku li Sûrê derktin de ma jiyana xwe ji dest da.
Hat hînbûn li Semta Balikçilarbaşiya navçeya Sûra Amedê di navbera polês û PKKyîyan de pevçûn derket. Li gor agahîyan di pevçûnê de gelek mirî û birîndar hene. Hat hînbûn di nava kesên ku birîndar bûne de Di nava kesên birîndar de Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî jî heye.
Li gor agahîyên ku hatine bidestsxistin di pevçûna ku di derdora saet 10.30an de nêzî Semta Balikçilarbaşiyê derket de 2 polês û 2 hemwelatî ji ber pevçûna birîndar bûn.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin di dema ku Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî li ber Mînarêya Çar Ling daxuyanîya çapemenîyê dida pevçûn dest pê kir. Di pevçûnê de Tahîr Elçî û Azîz Aslanê Muxabîrê Ajanasa Anadoluyê birîndar bûn.
Tahîr Elçî Sûrê hat kuştin
Li Diyarbekirê di navbera polês û PKKyîyan de şer derket, di şerê ku derket de gelek mirî û birîndar hene. Tahîr Elçîyê ku di pevçûnan de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da. (ÎLKHA)