'Bi Kumikê Bavê Şehîd re mijûl dibin'
Rayedarên HUDA PARê danişîna doza qetilkirina Yasîn Boru û hevalên wî ya ku li 2yemîn Mehkemeya Cezaya giran a Enqereyê hat dîtin şopandin û ji tewra mehkemê re bertek nîşan dan. Rayedarên HUDA PARê daxwaz kirin ku divê kesên qetlîam pê dane kirin jî bên darizandin.
Li gazîya derketina sikakan ya HDPê, di 6 û 8ê Cotmeha sala borî de; Yasîn Boru, Hasan Gokgoz, Rîyat Guneş û Ahmet Huseyîn Dakak bi şiklekî wehşîyane hatibûn qetilkirin. Di derbarê qetilkirina wan de doza 34 kesên ku tê diyarkirin tevlî bûyeran bûne tên darizandin. Danişîna duyemîn li 2yemîn Mehkemeya Cazaya Giran a Enqereyê hat dîtin. Rayedarên HUDA PARê ku doz ji nêz ve şopandin, daxwaz kirin ku divê kesên ev qetlîam pê dane kirin jî hewce ye daxilî nava dozê bibin û werin darizandin.
“Em wek HUDA PARê dozê dişopînin”
Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavûz, ji kesên beşdar re spasxweşîya xwe anî ziman û wiha got: “Ev doza qetlîama ku di 6 û 8ê Cotmehê de qewimî di serî de malbatên şehîdan û wîjdanê mehşerî yê temamê Tirkîye êşandiye, li ber vê hovîtîya ku heywanên wehşî jî jê şerm dike.Ev doza han îro li edlîyeya Enqereyê tê dîtin. Em wek HUDA PARê dozê dişopînin û ne tenê yê niha tên darizandin em dixwazin ku kesên ku qetlîam teşwîq kir û pê dane kirin jî daxilî nava darizandinê bibin û hewceye mehkeme dozê bi kûrayî û berfirehî bimeşîne.”
“Bi Kumikê Bavê Şehîd re mijûl dibin”
Mehmet Yavûz, axavtina xwe wiha domand: “Digel ev taleb û daxwazên me jî me niha ji parêzerên dozê agahî stend ku divê heyeta mehkemê bi kumikê bavê şehîd re mijûl dibe. Civateke ji bo edaletê tesîsbikin pêk naynin.”
“Axîna mezlûmekî, şah ji textê wî tîne xwarê”
Mehmet Yavûz, îfade kir ku ew mensûbên zîhnîyetek wisa ne ku tesîskirina saetek edalet di bedêla 70 sal îbadetê de ye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bi wasîleya mensûbên çepemenîyê ez dixwazim bangewazîyekî li îqtîdara sîyasî bikim; Belê edaleta ku dereng mabe helbet ew ne edalet e. Em mensûbên zîhnîyeteke wisa ne ku tenê bedêla saetek edalet 70 sal îbadet e, em ji vê zîhnîyetê bawer dikin. Tenê axîna mezlûmekî, şah ji textê tîne xwarê.”
“Edaleta esil wê li axretê tecellî bike”
Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Seîd Şahîn jî di derbarê tewra mehkemê û pêvajoya dozê de peyivî. Şahîn wiha îfade kir: “Dema ku em dibêjin em li hêvîya edaletê ne, ne ku em qesda evan çend mubtelayê hişbirê û narkotîkê ku tenê çend quruşan dixe mista wan û wan berdide kuçe û kolanan. Ne ku em qesda ceza kirina wana bi tenê dikin. Îro em dema ku dibêjin Edalet, em qesda ewan kesên ku ev qetlîam teşwîq kirin û qetlîam pê dan kirin, kesên gazî kirin û çete berdan kuçe û kolanan û kesên ji vêna re temaşevan man, em qesda wan dikin. Hewceye ew bên darizandin û ceza kirin. Em bawer dikin ku wê hesabê vî qetlîamê li axretê bê dayin. Wê li axretê edalet tecelî bike (ÎLKHA)