Bîlançoya bûyerên 6-7ê cotmehê
Ji ser bûyerên ku par bi bangewaziya Lijneya Rêvebirina Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) alîgirên rêxistina terorê di 6-7ê cotmehê de li 35 bajaran derxistin re salek derbas bû. Di bûyeran de 2 polês cangorî bûn û 31 kes jî mirin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê berhev kirin par di 6ê cotmehê de Lijneya Rêvebirinê ya HDPê piştî civîna xwe ya asayî daxuyanî da û got: "Ji bo li hemberî qirqirinên ku li Kobanêyê diqewimin ji zarokan bigirin heta kal û pîran bila hemû gelê me derkeve kuçe û kolanan, hewl bidin û derûdoran bigirin. Ji niha pê ve her der Kobanê ye."
Piştî vê daxuyaniyê alîgirên rêxistina terorê di serî de bajarên li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê û li gelek bajaran zirar dan dikan, avahiyên kamûyê, dibistan, qûrsên Qur'anê, fêrgeh û derên din.
Di bûyeran de 2 polês cangorî bûn û Yasîn Boru û 3 hevalên wî yên ku goştê qurbanê belav dikirin jî di nav de 31 kes mirin, 221 welatî û 139 polês birîndar bûn.
Di çalakiyên bêdestûr de 25 jê avahiyên qaymeqamtiyê, 67 yên ewlehiyê û 29 jî yên partiyên siyasî bi tevahî 113 avahiyî zirar dît.
Dibistan ji xwe re kirin hedef
Di bûyerên ku qewimîn de alîgirên rêxistina terorê zirar da dibistanan û li gor vê Tunceliyê 2, Mersînê 3, Diyarbekirê 34, Şirnexê 13, Adiyemanê 1, Batmanê 4, Şanliurfayê 19, Bidlîsê 8, Bursayê 2, Gazîantepê 1, Mêrdînê 36, Mûşê 6, Stenbolê 11, Bîngolê 2, Hekariyê 28, Sêrtê 13 û Wanê jî 18 dibistanan zirar dît.
Piştî bûyeran ji ber zirarên ku qewimîn 22 milyon û 469 hezar ji Wanê, 234 hezar 997 Diyarbekirê, 3 milyon 550 hezar Mûşê, 5 milyon û 180 hezar Mêrdînê, 4 milyon Batmanê û 618 hezar lîre pere jî ji Tûnceliyê re hat şandin.
Kuştina Yasîn Borû hevalên wî Hasan Gokgûz, Ahmet Dakak û Riyat Guneşê ku goştê qurbanê li mihtacan belav dikirin û bûyerên dilsoj ên din jî nehatin jibîrkirin.
Yusuf Erê hevalê Boruyê ku di dema bûyeran de birîndar bû kuştina hevalên xwe bi çavê serê xwe dît jî got ku gelo çawa dibe ku meriv evqas hov dibin?
Er ji bo wê rojê wiha axivî: "Em ji bo goşt belav bikin di avahiyê de bûn û hin kesên ku dîn û har bûbûn ser cesedên hevalên min êşkence dikirin. Kal û pîrên ku nedihatin jê rê jî derketibûn pace û şaneşînan û bi kevçî û tiştên din li quşxane û taweyan dixistin. Piştgirî didan wan kesan."
Di dema bûyerên ku li Gazîantepê qewimîn de jî Gonul Kalkanlara ku pitika wê 8 mehî bû di nav çalakvanan de ma û sebî ji ber çû jî ji bo wan rojan wiha axivî: "Heke ew roj ew bûyer neqewimîbûna niha sebiya min wê yek salî bûya. Em 8 sal ji bo wê sebiyê sekinîn."
Mêrê Gonulê Mustafa Kalkanlar jî ragihand ku ew heta hebin wê rojê ji bîr nakin û wiha dewam kir: "Ew roj xanima min parî aciz bû û min ew li wesayîtê siwar kir me berê xwe da naxweşxaneyê. Lê em di nav çalakvanan de man, min ji wan re got ku xanima min nefsnexweş e lê guhdar nekirin û molotokofteyl avêtin wesayîtê. Em ji paşve reviyan û me xwe spart polêsan. Em bi ambûlansê ve çûn nexweşxaneyê lê em pir dereng mabûn."
Di raporên ewlehiyê de "bûyerên 6-7ê cotmehê"
Midûriyeta Ewlehiya Bajêr a Diyarbekirê ji ber bûyerên ku par bi hinceta Kobanê di 6-7ê cotmehê de qewimîn raporeke ku ji 46 rûpelan pêk tê amade kir.
Di raporê de hat gotin ku Yasin Boru û hevalên wî jî di nav de 12 kes mirin û 65 welatî û 14 wezifedarên ewlehiyê yên ku alîkarên komiser û midûrên ewlehiyê jî di nav de birîndar bûn.
Di bûyeran de 144 avahiyên taybet û kargeh, 16 avahiyên kamûyê, 6 dikanên amûrên nêçîrê, 17 bankeyên taybet û dewletê, 4 dibistan, muzeke, 88 wesayîtên taybet, 40 wesayîtên kamûyê, avahiya partiyekê û 36 qamerayên MOBESEyê zirar dîtin. (AA)