Cemîyeta Mustezafan xebatên xwe didomîne
Komîsyona Alîkarîyê ya Cemîyata Mustezafan a Şaxa Mêrsînê xebatên xwe alîkarîyê yên ku her meh bi şiklekî rêkûpêk dikir di meha tebaxê de jî domand.
Komîsyona Alîkarîyê ya Cemîyeta Mustezafan paketên erzaqan ji malbatên hewcedar û feqîr ên ku berî niha hatibûn tesbîtkiribûn re belav kir. Dema ku alîkarî dihatin belavkirin hat dîtin ku rayedarên komeleyê bi kesên hewcedar û feqîr re ji nêz ve eleqedar bûn.
Serokê Komîsyona Alîkarîyê Mehmet Derman di derbarê xebatên alîkarîyê de wiha axivî: “Li pêşîya me Eyda Qurbanê heye. Ji ber vê yekê em dixwazin ji temamê kesên feqîr ên ku berî niha hatibûn tesbîtkirin re alîkarîyê bikin. Her wiha salê carekî be jî em dixwazin goştê qurbanan bibin mala wan kesên hewcedar û feqîr û wan kêfxweş bikin. Ji vê kêfxweşkirinê re jî pêwîstî ji kesên xêrxwaz re heye.”
Derman axavtina xwe wiha domand: “ Kesên xêrxwaz bi wesîleya komeleyên me dikarin qurbanên xwe ser jê bikin.Heqê qurbanên îsal 500 TL ye. Kesên xêrwaz ên ku dixwazin bexşê bikin dikarin ji van adresan bi me re têkevin têkilîyê.” (ÎLKHA)
GSM: 0542 319 93 57
Nimreya Hesabê ya Bankaya Ziraatê : 651 13 215 – 5001
Nimreya Îbanê : TR 12 0001 0015 6565 1132 1550 01