Li Wanê êrîşa bimayîn li trênê hat kirin
Li navçeya Miksa Wanê dema ku trêna bar derbas dibû êrîşa bimayîn lê hat lidarxistin. Di êrîşê de makinîst Tahirhan G. birîndar bû.
Li navçeya Miksa Wanê êrîşa bimayîn li trêna bar ê ku 20 karmend tê de bûn hat kirin. Hat hînbûn ku di êrîşê de makinîst Tahirhan G. birîndar bûye. Tahirhanê ku di êrîşê de birîndar bûbû rakirin nexweşxanê.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin di nava trênê de 17 heb karmendê Îranî û 3 heb jî karmendê Tirkîyeyî hebûn. Trêna ku 20 karmendê ku tê de hebûn li navçeya Miksê leqayî êrîşa bimayîn hat.
Di êrîşê de makinîst Tahirhan G. birîndar bû û wî bi ambûlansê rakirin nexweşxaneya li Wanê.
Hat hînbûn ku piştî êrîşê li heremê operasyon dest pê kirin. (ÎLKHA)