Fermendar di êrîşeke çekdarî de hat kuştin
Li navçeya Milazgirda Mûşê Fermandarê Cendirmê dema ku digel xanim û zarokê xwe bû leqayî êrîşa çekdarî hat. Fermandar di êrîşê de giran birîndar bû. Fermandar li nexweşxaneya ku lê hatibû rakirin jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Milazgirda Mûşê Fermandarê Cendirmê Serdar Aslan Kulaksiz li navenda Milazgirdê li ber Camîya Kumbetê leqayî êrîşa çekdarî hat. Kulaksız di êrîşê de giran birîndar bû.
Kulaksız ê ku di êrîşê de giran birîndar bûbû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Milazgirdê. Li nexweşxanê her çiqas hat hewldan jî Kulaksiz di seat 21.15an de jiyana xwe ji dest da.
Her wiha hat ragihandin ku xanima Aslan Kulaksiz jî di êrîşê de sivik birîndar bûye.
Ji bona ku kesên ku êrîş kirine werin girtin operasyon dest pê kirin.(ÎLKHA)