IHO-EBRAR li Çewlîgê alîkarîya feqîran kir
IHO-EBRARê ku bi arîkarîya xêrxwazan xebatên xwe alîkarîyê li cûrbecûr cihên dinyayê dike ji ber meha Remezanê li Bîngolê jî, alîkarîya feqîran kir.
Sazîya alîkarîyê ya navneteweyî IHO-EBRAR a ku navenda wî li Hollandayê ye bi alîkarîya xêrxwazên Ewrûpayî li cûrbecûr cihên dinyayê çawa ku alîkarîya feqîr , yetîm, belengaz û jaran dikir her wiha îsal jî xebatên xwe alîkarîyê li Tirkîyê didomîne.
IHO-EBRAR îsal di çarçoveya alîkarîyê de li Bîngolê alîkarîya feqîr û muxtacan kir û rûyê wan kenand.
Di derbarê alîkarîyên ku hatine kirin de rayedarên sazîya alîkarîyê ya navneteweyî IHO-EBRARê destnîşan kirin ku çawa ku ew li her derê dinyayê alîkarîya feqîr û jaran kiribin bi heman awayî jî wan li Bîngolê jî alîkarîya feqîr û jaran kirine.
Rayedar her wiha diyarkirin ku ji kesên ku ji van arîkarîyan re bûne wesîl e Xwedê ji wan razî be.(ÎLKHA)