Karadagî: Kurd her tim alîgirê aşîtîyê ne
Alîkare serokê Yekîtîya Aliman Cîhanê Elî Karadagî di sempozyûma “Di Rojhilata Navîn da Kurd û Aşîtî” de ragihand ku kurd heta îro her tim alîgirê avakirinê û hevkarîyê ne
Elî Karadagî, di sempozyûmê de axavtinekê bi navê “ Avakirina di Aşîtîya Rojhilata Navîn de Erka Kurdan” kir. Karadagî di derbarê çîyayê Cûdî de got Xwedê emr kir ku keştîya Hz. Nûh xwe li ser çîyayê Cûdî birawestîne. Çîyayê Cûdî û derdora Cûdî cihên aramîyê û aşîtîyê ne. Heger Xwedê ji me re beyan kiribe ku çîyayê Cûdî û derdora wî cihê aşîtîyê û aramîyê ye, ev jî dîyar dike ku ev taybetîya wê heramê baqî ye. Her wiha ev taybetî ji wê rojê heta roja me gihaştîye û hêj jî ev taybetî di mirovên wê heremê de heye.”
Karadagi axavtina xwe wiha domand: “Xelkê kurd di avabûyîna şaristanîya aşîtî de xwedîyê kedeke mezin in. Xelkê kurd, di dîrokê de him ji bo mirovatîyê him jî ji bo tarîxê gelek xizmet kirine û xelkê kurd miletekî asîl e.”
“Divê ev mesela kurd bi hîzbeke yan komeke tenê re newe têkîldar kirin”
Karadagi her wiha di axavtina xwe de li ser mijara pirsgêreka kurd de jî axivî. Karadagî li ser vê mijarê wiha îfade kir: Divê ev mesela kurd bi hîzbeke yan bi komeke tenê re newe têkîldar kirin.(ÎLKHA)