Yên ku dozger rehin girtibûn hatin kuştin
Çalakvanên yên ku dozgerê Berkîn Elvan dîl girtibûn di encama operasyonê de hatin kuştin, Mehmet Selîm Kîraz jî birîndar bû.
Tîmên girêdayî midûriyeta şaxa Hereketa Taybet û Têkoşîna Terorê li dijî wan kesên ku dozger Mehmet Selîm Kîraz rehin girtibûn operasyonek pêk anîn, di operasyonê de du endamên rêxistinê hatin kuştin, Dozger Mehmet Selîm Kîraz jî birîndar bû û Kîraz rakirin nexweşxaneyê .
Wek tê zanîn İro ber bi êvarê, 2 endamên rêxistina bi navê DHKP-C ketibûn avahiya Dadgeha Stenbolê û dozgerê dosyaya kuştina Berkîn Elvan rehin girtibûn.(ÎLKHA)