Cîneyeta rêberê Tacîk hat şermezar kirin
Ji bo lîderê Tacîk Kûvatovê ku çend roj berê hatibû qetilkirin, li ber balyozxaneya tacikîstanê beyanateke medyayî hat lidarxistin.
Ji bo lîderê Tacîk Kûvatov Ûmaralîyê ku çend roj berê hatibû qetilkirin, li ber balyozxaneya Tacikîstanê daxuyaniyek medyayî hat lidarxistin. Di daxuyaniyê de hat îfade kirin ku divê êdî pêşî li ber van kujarên ku ji aliyê îstîxbaratê dewletê derve ve, li Tirkîyeyê tên kirin bên girtin.
Li ber balyozxaneya Tacikîstanê ya ku li Yeşîlkoya Stenbolê ye, ji bo lîderê TacikKûvatov Ûmaralîyê ku çendroj berê hat qetil kirin, daxuyaniya çapamenî hat li dar xistin. Wekî tê zanîn lîderê Grûba24an Kûvatov Ûmaralî, ewul bi jehrê xistibûn, dûrejî bi çekê hatibû kuştin.
Serokbajarê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) yê Stenbolê Erdal Elîbuyuk, serokê komela Tirkîstanê Bûrhan Kavûncû, serokê komela Yetîm-Derê Fîkrî Karavîl û hinek nûnerê sazîyên sivîl beşdarî daxuyaniya çapameniyê bûn.
Di daxuyaniyê de hat îfade kirin ku divê êdî pêşî li ber van kujarên ku ji aliyê saloxgerîyê dewletê derve ve, li Tirkîyeyê tên kirin bên girtin.
Di daxuyaniyê de serokbajarê HUDA PARê Erdal Elîbûyûk jî peyivî. Elîbûyûk, gazî hikûmetê kir û îfade kir ku divê ser van cinayetana neyên nuxumandin û rastîya wan derkeve holê û bên zelal kirin.
Serokê Tirkîstan-Derê Bûrhan Kavûncû jî dîyar kir ku divê lazime Tirkîye li penaberan xwedî derkeve û wan texin bin parastina xwe. (ÎLKHA)