PKK, Navé Zulm u Wahşeté
Pkkeya ku di eylem û çalakîyê xwe de tu qaîdeyê exlaqî nasnakin, dîroka wê tijî wehşete.
Jı kuştina zarokan bigrin heta qetilkirina jin û pitikên di pêçekê de û extyaran bi hezaran însanên mezlûm…
Ger meriv bi kurtayî li dîroka vê örguta xwînperest binêrin û hinekan rêz bikin, qet ne zore ku dîtina zulm û wehşeta vê Pkkeya hov û har kirine merivê bibîne.
20ê Hezîrana 1987an de, li gundê Pinarcika bi ser navçeya Mahsertê ve qetlî’am rast kirin. Di vê qetlî’amê de 16 zarok, 6 pîrek, 8 mêr bi tevahî 30 kes hatin qetil kirin. Piştî vê qetlî’amê Öcalan beyan kir ku “Emê bikujin û bibin otorîter.” ‘Evdila Öcalan weha digot(direya): “Çiqas eylem ewqas jî propaganda; çi qas propaganda ewqas jî otorîte.”
Pkk ya ku Öcalan bi kurtasî da nasîn, di salê nodî de di wehşet û hov û hartîyê de gîha zîrveyê. Çeteyên Pkkeya faşît di 1992an de girtin ser Camîya sûsayê û di herba wana ku li dijî Îslamê de di camîyê de 10 musluman şehîd kir.
Dîsa çeteya Pkkê li Tatwanê 13 kes ji otobêsê danî û qetilkirin û li ser rêya darahênêya Çewlîgê jî 7 kes bi wahşîyane qetilkirin. Di tarîxa dinyayê de örguta herî pir xelkê kurd qetil kirine û qatîlê zarokê di pêçekê de û jin û extyara PKKya faşîste.
Li Elcewaza Bedlîsê jî pirê wan ji zarok û pîrekan pêk dihat bi tevahî 30 kes qetlî’am kir. Li gundê Başbağlarê 33 gundî weke vampîrê xwîn mij qetil kir.
Pkk ya ku rê tijî mayin dikir, bi roketan êrîşî malan dikir û kesên extyar di dikanên wan de bi şeklekî ku tam li bejna wan tê bi wahşîyane qetil dikir, ji ber vê pêvajoya çareserîyê çav jêre dihat girtin û nedihat dîtin. Lê belê nexasim Pkk bi israr dibêje “Ez tucar naguherim” û sîlsîleya qetlî’ama xwe kişandin û hilgirtin sala 2014.
BANGAHEQ