Îşgalkirina Erda Efrîkayê
Lı gorî rapora komela lêkolînên rojhılata navîn û Efrîkayê, bı bıhana teror û hedîseyên sîyasî, welatên efrîkayê mecbûrî peymanan dıkın û bı mılyonan hektar arazî dıkevın destê ecnebîyan.
Li dinyayê 60 milyon hektar arazîyê ku heqê serifandina wê ketine destê kesên din heye. Ji sedî 80yê wê jî li Efrîkayê ye. Hat îddîakirin ku li Efrîkayê di medyayê de hedîseyên teror û qirîzên sîyasî derdixînin pêş û firotin û kirêkirina van erdan tên veşartin.
Komela Lêkolînên Rojhilata Navîn û Efrîkayê, bi sernavê “Li Ser Erda Efrîkayê Bazarkirinên Navneteweyî, Firotin û Kirêkirinên Arazîyên Biber” raporek amade kir.
Di raporê de wiha hat gotin: Di salên dawîn de hinek dewletên ku ekonomîya wan xurt e, bûyerên terorê û qirîzên sîyasî dikin hincet û li ser erda Efrîkayê bazarkirinên navneteweyî dimeşînin.
Di raporê de hat destnîşankirin pratîka ku di dewra 2an a qernê 19an de, arazîyên biber ji destê xelkê wê distendin û didan gundiyên feqîr ên ji Ewrûpayê dianîn, di roja me de bi metodên bêtir modern dîsa tê bikaranîn.
Bi raporê hat beyankirin ku nexasim arazîyên biber ên li Efrîkaya binê sehrayê, bi têkilîyên di navbêna welatên Efrîka û Ewrûpa, Emrîka û Asyayê yên xwedî ekonomîya wek hût de, bi firotin yan jî kirêkirinê dikevin destê kesên din. Evana jî bi peymanên ewle yên îmzekirî garantî dikin, nexasim di 15 salên dawîn de ev tetbîq ciddî belav bûye.
Di raporê de ji ğeyrî Misir, Lîbya, Tûnûs, Cezayîr û Fas ên welatên bakurê Efrîkayê, digel Morîtanyayê welatên Efrîkaya li binê sehrayê yên ku bi ser 10 hezar hektarî re arazîyên xwe nefirotibin yan jî nedabin kirê pir hindik in.
Her wiha hat gotin ku Çîn jî di çend mehên dawîn de, heqê serifandina bi milyonan hektar arazîyê yên li Efrîkayê bi dest xistiye. Her bi çi bihayê be jî, ji aliyê Çînê ve bidestxistina heqê serifandina araziyên li cûrbecûr Efrîkayê, dibin sedema bertek û nerazîbûnên reqîbên wê. Nexasim Çîn li Etîyopya, Cimhûriyeta Demokratîk a Kongoyê, Zîmbabwe û Qamerûnê arazî bi dest xistine. (Hürseda Haber)