100 Hezar Ğezzeyî Bêmal Man
Neteweyên yekbûyî beyan kır ku jı 8ê Temûzê vır ve, jı ber bombebarandınên îsraîla xusran, 100 hezar fılıstînî bêmal mane.
Teşkîlata parastina multeciyan ya Neteweyên Yekbûyî da zanîn ku 100 hezar Filistînî bêmal mane û qismeke wan di kampên Neteweyên Yekbûyî de dijîn.
Îsraîla xusran hefteya borî, êrîşî kampa multeciyan a Meğaziyê jî kiribû. Ji ber ku deriyên sînor nayê vekirin û ambargo dewam dike, li Ğezzeyê rewşa însanî xerabtir dibe.
Li aliyê din Wezîrê Îskan û Avadaniyê yê Filîstinê Mufîd el-Heseyîne got ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Ğezzeyê de, hejmara malên ku xera bûne gihîştiye hezar û 100î.
Heseyîne îfade kir ku bi qasî 18 hezar û 300 avahiyan jî xisar dîtine, ji wan 995 êdî nikarin bên bikaranîn û wiha axivî:
"Êrîşên Îsraîlê dewam dikin. Ji ber vê ev hejmarên ku me dan, ne li giştiyê Ğezzeyê ne, ji Taxa Şucaiyeyê ne." (Hürseda Haber)